Li Sêrtê xebatên ji bo çandiniya alternatîf

Li cotkaran tov û şitlên gelek sebze û fêkiyên nû hatin belavkirin.

Li Sêrtê xebatên ji bo çandiniya alternatîf

Li Sêrtê ji bo çandiniya alternatîf tov û şitlên gojî bery, tûreşk, xurmeyên Trabzonê, behîv û simaqê hatin belavkirin. Cotkarên ku tov û şitlên xwe standin ji niha ve dest bi çandiniya sebze û fêkiyên nû kirin.

Li Sêrtê xebatên ji bo çandiniya alternatîf dewam dikin.

Bi alîkariya Wezareta Çandinî û Daristanan li cotkaran tov û şitlên sebze û fêkiyên alternatîf hatin belavkirin.

Gojî berî, tûreşk, xurmeyên Trabzonê, behîv û simaq ji wan hinek in.

Nêzî 360 cotkarên ku bi merasîmê tov û şitlên xwe girtin ji niha ve dest bi ajotina erd û avakirina bexçeyan kirin.

Çav li rê ne çandiniya alternatîf bikêrî aboriya herêmê were.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE