Li Sêrtê zarok eleqeyê nîşanî terewîhan didin

Li Sêrtê di meha remezanê da zarok tên Mizgefta Xalid bîn Welid sef digrin û bi kêfxweşiya xwe rewşê geş dikin

Li Sêrtê zarok eleqeyê nîşanî terewîhan didin

Li Sêrtê di meha remezanê da zarok tên Mizgefta Xalid bîn Welid sef digrin û bi kêfxweşiya xwe rewşê geş dikin.

Bi hewlên Osman Orenê parlamenterê AK Partiyê yê Sêrtê mizgeft li Yenîmehleyê hat avakirin û li vê derê girîngiyê didin zarokan. Ji bo ku zarok ji nimêj û îbadetên din hez bikin li mizgeftê hesasiyet tê nîşandan.

Musa Dogruseverê melayê mizgeftê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji bo nifşên teze mêla xwe bidin ser îbadet û menewiyatê xebatên xwe didomînin. 

Dogrusever wiha pê da çû: "Me sefên pêşiyê yên qatê 2yan ê mizgeftê jî di remezanê da ji bo zarokan veqetandin. Em di hefteyê da rojekê ji bo zarokan çalakiyê li dar dixin. Em diyariyan didin zarokên tên terewîhên xwe dikin."

Dogrusever got ku bi van xebatên xwe va hewl didin ku mizgeftê bi zarokan bidin hezkirin, dema zorak bi mezinên xwe ra îbadetê bikin ev ji bo wan zehf girîng e.

Dogrusever destnîşan kir ku pêşbaziya li ser jiberkirina hedîsan û "Nameya Ji Pêxemberê Me Ra" li dar xistin, hin lîstikên meriv dikare li mizgeftê bilîze lîstin.

Dogrusever got ku zarok ji bernameyan memnun in û li benda nimêja terewîhan desekinin.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE