Li Sêrtê zilamê ku otomobîlê lê xist, giran birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, otomobîla ku M.M.C diajot û plaqeya wê 56 AV 530 ye, li taxa Barişê pêşiya Parka Orhan Doganê li Fîkret Altinê (53) ku derbasî hemberî rê dibû xist.
Altin di qezayê da birîndar bû û ambulansê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.