Li Arnavutkoyê li kargehekê 11 hezar maske hatin bidesxistin û tîman ew teslîmî Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr kirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr agahî hildan ku li Arnavutkoyê li kargehekê maskeyên wê bê destûr bifroşin hene.
Tîman di ser kargehê da girt û 11 hezar maskeyên bifîltre bi dest xistin.
Der barê xwediyê kargehê K.K. da karên adlî dan destpêkirin.
Tîman maske teslîmî Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr kirin.
AA