Li Stenbolê ji ber ba û bagera guj li Maltepeyê serbanê xwendingehekê ji cî derket û di ser wesayîtan da ket xwarê.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ji ber ba û bagera bi şev rabû, serbanê avahiya wekî salona sporê dihat bikaranîna a Lîseya Meslekî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Maltepeyê ji ser avahiyê qetiya û hat xwarê.
Parçeyên serbanê avahiyê di ser wesayîtên li ser Kolana Kuçukyaliyê park kiribûn da ketin. Li ser îxbarê ekîbên polêsan li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan, ekîbên agirkujî, zabite û şaredariyê dest bi xebatan kirin.
Ji bo tesbîta zirara li wesayîtan ket xebat dewam dikin.