Li Îstanbulê beriya sersalê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 15 şikbarên biyanî hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ji bo derdestkirina 35 biyaniyên beriya sersalê di amadehiya êrîşê da ne û li ser navê DEAŞê xebatan dikin xebat dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîban operasyon birin ser 34 navnîşanên li navçeyên Başakşehir, Siltanxazi, Zeytînburnu, Esenyurt, Fatîh, Siltanbeylî, Esenler, Beykoz, Gazîosmanpaşa, Kuçukçekmece, Pendîk, Sancaktepe, Baxçelîevler û Avcilarê 15 şikbar binçav kirin.
Di lêgerîna li navnîşanan da gelek dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.
Hat ragihandin ku karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran dewam dikin, ji bo derdestkirina 20 firariyan jî xebat dewam dikin.AA