Li peravên Arnavutkoya navçeya Îstanbulê bi lerza 3,8an erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya AFADê, di saet 02.56an da li peravên Arnavutkoya li Behra Reş bi mezinahiya 3,8an lerzek hat qeydkirin.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 7,03 kîlometre di kûrahiya erdhê da çêbû.
Rasatxaneya Qendîlliyê mezinahî wekî 4.1 ragihand
Ji aliyekî din va Rasatxaneya Qendîlliyê ragihand, mezinahiya erdheja ku li Îstanbulê çêbû, 4.1 e.
Rasatxaneyê eşkere kir ku li peravên Arnavutkoya li Behra Reş bi mezinahiya 4.1an erdhej çêbû.
Erdhej li gelek navçeyên Îstanbulê hat hîskirin.