Li Îstanbul û Çanakkalayê tesîra bahoza tund heye

Li Bostanciyê ji ber bahozê darek qulubî ser mînîbûseke parkkirî.

Li Îstanbul û Çanakkalayê tesîra bahoza tund heye

Li Kadikoyê, ji ber bahoza xurt darek qulubî ser mînîbûseke parkkirî. Her wiha ji ber bahozê di çûn û hatina li ser behrê de jî zor û zehmetî çêdibe.

Li Stenbolê tesîra bahozê xasma li keviyên behrê zêde ye.

Carna pêlên ji pêlşikênan bilindtir çêdibin.

Li Bostanciyê ji ber bahozê darek qulubî ser mînîbûseke parkkirî.

Ekîbên agirkujiyê dara ku ji ber bayê qulibî, birîn û ji cihê bûyerê rakirin.

Di bûyerê de tu tişt bi tu kesî nehat lê mînîbusê xesar dît.

Ji ber hewaya xerab hin seferên İDO û BUDOyê jî hatin betalkirin.

Bahoza ku li Egeya Bakurê ev 3 roj in dewam dike, seferên ser behrê yên li Çanakkaleyê jî asteng dike.

Ji ber bahoza ku leza wê di saetekê de digihêje 70 kîlometreyê di navbera Kabatepe û Gökçeada û Geyikli û Bozcaadayê de seferên vapûran ên ji bo wesaîdan hatin betalkirin.

Çav li rê ne bohaz çendek din jî dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE