Li 4 navçeyên Îstanbulê dijî kesên hişbirê difroşin operasyoneke hevdem hat kirin, 36 şikbar hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Midûriyeta Ewlekariya Îstanbulê dijî kesên hişbirê difroşin û ji wan ra dibêjin "torbecî" xebat dan destpêkirin.
Piştî şopandin û lêkolînê li navçeyên Esenyurt, Buyukçekmece, Avcilar û Beylîkduzuyê di 38 navnîşanan da operasyoneke hevdem hat kirin.
Di operasyonê da 36 şikbar hatin binçavkirin.
Di navnîşana şikbaran da gelek madeyên hişbirê hatin bidestxistin.AA