Li Îstanbulê di operasyona dijî hişbirê da 40 gumanbar hatin qefaltin

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlahiyê ya Bajêr hin kesên tiryakê difiroşin û wek "torbecî" tên zanîn tespîtkirin û dozgeriyê jî bo qefaltina wan biryar da.

Li Îstanbulê di operasyona dijî hişbirê da 40 gumanbar hatin qefaltin

 Li 4 navçeyên Îstanbulê dijî firoşkerên tiryakê operasyona hevdem hat kirin û ji 52 gumanbarên der barê wan da biryara qefaltinê hebû 40 kes hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlahiyê ya Bajêr hin kesên tiryakê difiroşin û wek "torbecî" tên zanîn tespîtkirin û dozgeriyê jî bo qefaltina wan biryar da.

Hêzên ewlehiyê Siltangazî wek navend li Gazîosmanpaşa, Arnavutkoy û Kuçukçekmeceyê operasyon bi ser navnîşanên kifşkirî.

Di operasyona ku helîkoptêrê û polêsên tevgera taybet jî piştgirî dan da 40 gumanbar, hinek tiryak û demançeyên bêrûxset hatin bidestxistin.

Bi droneyê va keşf hat kirin û seyên narkotîkê jî navnîşan kontrol kirin.

Gumanbarên binçavkirî birin ewlekariyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE