Li Îstanbulê di operasyona li seranserê bajêr hatin kirin da 15 gumanbarên tê gotin ku bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkiliya wan heye, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hatin hildan ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Îstanbulê ji bo qefaltina gumanbarên dihat gotin ku bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkiliya wan heye, dest bi xebatê kirin. Ekîbên polêsan li seranserê bajêr awayek hevdem girtin ser 16 navnîşanan.
Di operasyona polêsên hêzên taybet jî piştgiriyê dan da 15 kes hatin binçavkirin û li navnîşanên gumanbaran jî lêgerîn û kontrol hatin kirin.
Gumanbarên hatin binçavkirin birin ewlehiyê.AA