Li Îstanbul, Mersîn û Hatayê ayîna Noelê

Xiristiyanên li Tirkiyeyê dijîn bi mebesta Cejna Noelê li hin bajarên welêt ayîn kirin.

Li Îstanbul, Mersîn û Hatayê ayîna Noelê

Li gor baweriya xiristiyanan û mensûbên vê baweriyê şeva 24ê Berfanbarê ya berî 25ê Berfanbarê wek rojbûna Hezretî Îsa tê qebûlkirin û bi navê Noelê jî tê pîrozkirin. Xiristiyanên li Tirkiyeyê dijîn jî bi heman mebestê li hin bajarên welêt ayîn kirin.

Li Beyogluyê ayîn hat kirin

Ji ber Noelê di Dêra Saint Antuanayê da ku li Beyogluyê cih digire ayîn hat kirin piştî lawijan jî ji Încîlê beş hatin xwendin û bi zimanê Tirkî dia hatin kirin. Gelek xiristiyan di ayînê da cih girtin û endamên cimaetê mûm pêxistin û dia kirin.

Şeva 24ê Berfanbarê di nav xiristiyanan da wek rojbûna Hezretî Îsa tê qebûlkirin û ew jî bi vê niyetê vê rojê pîroz dikin.

Li ser Kolana Îstiklalê pîrozbahiya Noelê

Cimaeta Rûman şahiya xwe ya Noelê ya ku êdî wek kevneşopî didomînin îsal jî li ser Kolana Îstiklalê birin serî.

Koma ku ji xwendekarên Lîseya Taybet a Rum Zografyonê, mamosteyên wan, malbatên wan û mezûnên dibistanê pêk dihat li ser Kolana Îstiklalê meşiyan.

Di şahiya Noelê da komê stranên Rûmî, Yewnanî û Tirkî gotin û wek diyarî çorek û xelat belav kirin. Welatiyan eleqeyê nîşanî kesên cil û bergên Bavê Noel li wan bûn, dan. Şahî li Dêra Ordodoks a Rûm a Dayîk Meryemê qediya.

 Li Mersînê ayîna Noelê

Li Mersînê jî di Dêra Katolîk a Latîn Îtalyayê ya ku li Akdenîz a navçeya navnedî cih digire da ji ber Noelê ayîn hat kirin. Keşe Francîs Dondu li dêrê ayîna ku tê da ji Încîlê beş hatin xwendin, lawij hatin gotin û dia hatin kirin birêva bir û endamên cimaetê di dawiya ayînê da hevdu hembêz kirin û Noelê pîroz kirin.

Li Hatayê ayîna Noelê hat kirin

Li Hatayê jî di dêrên Ortodoks ên ku ên li Antakyayê cih digirin da ayîn hat kirin.

Di Dêra Ortodoks a Îskenderûnê da  peder Dîmîtrî Yildirim ji Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku Cejna Noelê pîroz kir ra spas kir û wiha pê da çû: "Em hêvî dikin ku Cejna Noelê ji bo hemû dinyayê aştî û aramiyê bîne. Bi taybetî jî ji bo Tirkiyeya me, dewleta me, miletê me hizûrî aştî, kêfî, bereketî û biratiyê bîne."

Di dawiya ayînê da li bexçeyê dêrê fişekên hewayî hayin avêtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE