Li 15 navçeyên Îstanbulê di operasyona hevdem a dijî DEAŞa rêxistina terorê da 27 şikbar hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Îstanbulê ji bo şikbarên li ser navê DEAŞa rêxistina terorê dixebitin û amadahî dikirin ji bo parvekirinên li ser medyaya civakî yên heqaretê Hz. Mihemed kirine êrîşan bikin bên girtin xebat dan destpêkirin.
Tîman li navnîşanên 15 navçeyan operasyoneke hevdem kirin.
Di operasyonê da 27 şikbar hatin binçavkirin.
Li navnîşana wan gelek dokumanên rêxistinî û melzemeyên dîjital hatin bidestxistin.
Karê şikbaran li ewlehiyê dewam dike.
AA