Li Îstanbulê operasyona dijî hişbirê: 75 binçavkirî

Li Îstanbulê di operasyona dijî kesên hişbirê difroşin da 75 kes hatin binçavkirin.

Li Îstanbulê operasyona dijî hişbirê: 75 binçavkirî

Ekîbên Midûriya Şaxa Sûcên Narkotîkê ya Midûriya Ewlehiya Îstanbulê navend Bağcılar li 6 bajaran operasyonek kirin.

Polêsên tevgera taybet jî tevî operasyonê bûn û li 62 navnîşanên berê hatibûn tespîtkirin lêgerîn hat kirin.

Di operasyonê da gelek çek û hişbir hat bidestxistin û 75 kes jî hatin binçavkirin.

Piştî kontrola şikbaran a tenduristiyê tîman ew birin Midûriya Ewlehiya Îstanbulê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE