Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Ewlehiya Stenbolê li ser firoşkarên hişbirê yên ku weke "torbecî" tên binavkrin, xebat da destpêkirin.
Ekîban nêzî 9 mehan teqîba teknîk û fîzîkî kir, ji bo girtina 58 kesên ku derheqê wan da biryara girtinê hatiye dayîn, li Bahçelîevelr, Gungoren, Beylîkduzu, Umraniye û Bagcilara navçeyên Stenbolê û li Mûş, Kastamonu û Tekirdagê di heman demê da operasyon birin ser 55 navnîşanên tesbîtkirî.
Polêsên herekata taybet jî piştgirî da operasyonê û 52 gumanbar hatin binçavkirin. Li navnîşanan lêgerîn hat kirin û hinek hişbir, demaçeya bêruhset û fîşengên demaçeyê hatin bidestxistin.
Bersûcên ku hatin binçavkirin, birin ewlehiyê, ji bo girtina kesên din xebat berdewam e.AA