Li Îstanbulê otobêsa rêwiyan qeza kir: 5 mirî

Di qezaya ku li ser rêya Marmarayê ya Bakur qewîmî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Îstanbulê otobêsa rêwiyan qeza kir: 5 mirî

Di Rêya Marmaraya Bakur a Îstanbulê da otobêseke rêwiyan li gor tesbîtên ewilîn li dîwarê derbasoka jor xist.

Li gor agahiya ku hat hildan, otobêsa rêwiyan a ku plaqeya wê 34 AN 0036 e û ya Metro Turîzmê ye, ji Karabukê diçû Stenbolê, lê li texma Çîftalanê ya Rêya Marmaraya Bakur li dîwarê derbasoka jor xist.

Li ser cabdayînê gelek ambulans, ekîbên îtfaiye û polêsan sewqî cihê qezayê kirin.

Li gor tesbîtên ewilîn di qezayê da 5 kes mirin, gelek birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Walîtiya Îstanbulê der barê qezayê da daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, qeza serê sibê dora saet 07.00î da çêbûye û otobês li texma Pireya Çîftalanê li bariyeran xistiye û ji Rêya Marmaraya Bakur derketiye. 

Di daxuyaniyê da hat gotin ku demildest ji cihê qezayê ra ekîbên Cendirme, Polês, Ambulans, Îtfaiye û AFADê hatine sewqkirin û wiha hat gotin: 

"Li gor agahiya ku ji ekîbên me yên ambulansê hatin hildan, di qezayê da 5 kesan can daye, 3 jê zarok, 7 jê mezin rewşa 10 rêwiyên me giran e, bi tevahî 25 rêwî rakirine nexweşxaneyan. Ji bo sedema qezayê lêpirsîneke berfireh dest pê kiriye. Xwedê rehma xwe li kesên vê qezayê da mirine, bike, serê malbata wan sax be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE