Li Îstanbulê piştî nimêja îniyê ji bo şehîdên Îdlibê dia hatin kirin

Ji bo şehîdên Îdlibê li Mizgefta Eyup Siltan berî nimêja îniyê Sûreta Fethê hat xwendin. Hin welatiyên hatibûn ser Tirba Eyup Siltan jî li hewşa mizgeftê dia kirin û welatiyên li Meydana Eyupsiltan kom bûbûn jî ji Quranê hin ayet xwendin. Welatiyên ji bo serdana mizgeftê hatibûn şekir û loqim belav kirin.

Li Îstanbulê piştî nimêja îniyê ji bo şehîdên Îdlibê dia hatin kirin

 Li mizgeftên Îstanbulê piştî nimêja îniyê ji bo 33 eskerên ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê di êrîşa hêzên rejimê da şehîd ketin, dia hatin kirin.

Ji bo şehîdên Îdlibê li Mizgefta Eyup Siltan berî nimêja îniyê Sûreta Fethê hat xwendin. Hin welatiyên hatibûn ser Tirba Eyup Siltan jî li hewşa mizgeftê dia kirin û welatiyên li Meydana Eyupsiltan kom bûbûn jî ji Quranê hin ayet xwendin. Welatiyên ji bo serdana mizgeftê hatibûn şekir û loqim belav kirin.

Li Mizgefta Çamlicaya Mezin jî bi organîzekirina Komeleya Piştevaniya Tirkên Rûmeliyê va bo 33 şehîdên Îdlibê û dia hatin kirin. Di merasima diaya ku berî nimêjê hat kirin da gelek welatî cih girtin.

Li Mizgefta Fatîhê jî berî nimêja îniyê Sûretên Feth, Yasîn û Milkê hatin xitim kirin û bo şehîdan dia hat kirin.

Gelek welatî li Mizgefta Siltanehmedê nimêja îniyê kirin û bo şehîdan dia kirin.

Ji hêla din va Serokatiya Karên Diyanetê li hemû hemû mizgeftan bi sernava "Têkoşîna me ya ji bo Heq û rihê me yê yekîtî û bihevratiyê" wek xutbe da xwendin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE