Waliyê Îstanbulê Alî Yerlîkaya ragihand, di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da eczexaneyên bajêr yekşem ne tê da, wê di navbera saetên 09.00-18.00î da xizmetê bidin.
Waliyê Îstanbulê Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Di çarçoveya îzolasyona pandemiya Kovîd-19ê da li ser daxwaza xwediyên eczexaneyên me, li bajarê me, eczexaneyên me yên serbest yekşem ne tê da, wê di navbera saetên 09.00-18.00î da xizmetê bidin."AA