Li Îstanbulê şahiya ji ber berfê

Li Uskudar, Kadikoy, Umraniye, Beşiktaş û Beyogluyê barîna berfê ya ku danê êvarê dest pê kir û dem demî dewam dike, li Tengavê û li mekanên dîrokî dîmenên xweşik derxistin holê.

Li Îstanbulê şahiya ji ber berfê

Li Stenbolê li navçeyên cîranên Tengavê û li ciyên serdest barîna berfê berdewam e.

Li Uskudar, Kadikoy, Umraniye, Beşiktaş û Beyogluyê barîna berfê ya ku danê êvarê dest pê kir û dem demî dewam dike, li Tengavê û li mekanên dîrokî dîmenên xweşik derxistin holê.

Hin welatiyê ku keysa xwe li barîna berfê anîn, digel ku nava hefteyê û bi şev e, derketin derva û li pêşiya Hîsara Rûmeliyê ji xwe ra kêf kirin. Welatiyên ji xwe ra topa berfê leyîstin û li pêşberî Tengava Stenbolê wêne kişandin.

Bilal Yildirim ku ligel hevalên xwe li dewrûbera Hîsara Rûmeliyê ji xwe ra digeriyan, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ev demeke dirêj e ew li bendê bûn ku li Stenbolê berf bibare.

Yildirim diyar kir ku wan keysa xwe li barîna berfê anî û ew derketin derva û wiha dewam kir, "Li Hîsarê ku meriv dikare bêje ku li Stenbolê ciyê herî xweş e, em topa berfê dilîzin û em ji xwe ra kêf dikin. Barîna berfê zehf xweş e, înşelah dê dewam bike."AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE