Li Îstanbulê derketin hat sînordarkirin, lê karker dîsa şixulîn. Xebatkarên parkan û karkerên înşeatên mezin xebatên xwe didomînin.
Derketina derve hat sînordarkirin, bi milyonan meriv ketin xaniyan, kolan û meydan vala bûn…
Lê di vê sînordarkirinê de jî hin kes li ser kar in.
Ji bo projeyên mezin nîvco nemînin û di wextê de werin teslîmkirin xebata wan nehat rawestandin.
Bona vê yekê jî karkerên înşeatan li ser şixulê xwe bûn.
Şofêrên TIRan jî ji bo înşeatan malzeme tînin. Ew dibêjin di sînordarkirinê de jî em li ser riyan in.