Li Îstanbulê tekneya masîgiran binav bû: 2 mirî

Di daxuyaniya Walîtiya Îstanbulê da hat diyarkirin ku di saet 04.30yî da tekneya masîgiran a bi navê Kumsal-55 li nêzî Sitargeha Masîgiran a Kumkapiyê serobino bû.

Li Îstanbulê tekneya masîgiran binav bû: 2 mirî

Li Îstanbulê tekneya masîgiran binav bû, di qezayê da 2 kes mirin, 11 kes jî bi destê ekîban hatin xilaskirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Îstanbulê da hat diyarkirin ku di saet 04.30yî da tekneya masîgiran a bi navê Kumsal-55 li nêzî Sitargeha Masîgiran a Kumkapiyê serobino bû.

Ekîbên ewlekariya qeraxî, ewlekariya peravê û polêsan li ser îxbarê hatin herêmê û dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.

Ji 13 personelên di tekneyê da 11 kes hatin xilaskirin û bi destê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê rakirin nexweşxaneyan, 2 porsonel jî xeniqîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE