Li Sîtelerê şewat: 5 mirî

Ersoy ji ber şewata ku li Sîtelera Enqereyê di atolyeya mobîlyayê de derket hat cihê bûyerê.

Li Sîtelerê şewat: 5 mirî

Arîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Ersoy da zanîn ku li Sîtelerê di şewata ku di atolyeya mobîlyayê derket de 5 welatiyên Sûriyeyî mirin.

Ersoy ji ber şewata ku li Sîtelera Enqereyê di atolyeya mobîlyayê de derket hat cihê bûyerê.

Ersoy vir daxuyanî dan rojnamevanan û diyar kir ku şewat saet dora 18.00ê de derketiye û got ku "Ji wê saetê ve 5 welatiyên me yên Sûriyeyî mixabin ku ji bo ku nemînin bin tesîra şewata ku qata jêrê destpê kir derketine jorê. Dema ku agirê avêt jorê her 5 jî mirin. 5 birayên me yên Sûriyeyî mirin."

Ersoy diyar kir ku şewat bi temamî ket bin kontrolê û da zanîn ku nasnameya 3 kesên ku mirin hat tespîtkirin û xebatên ji bo tespîtkirina nasnameya her duyên din dewam dikin.

Ji aliyê din ve li gor agahiyên ku ji rayedarên şaredariyê hatin sitandin 8 kesên ku man bin tesîra şewatê de ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.AA

Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE