Li Stenbolê 14. mihrîcana destkariyê

Ji gelek bajaran hunermendên destkariyê tevli mihrîcanê dibin...

Li Stenbolê 14. mihrîcana destkariyê

Li Stenbolê cara 14. destkariya sedsalan tê nîşandan. di çarçoveya mihrîcana destkariyê de ji gelek bajaran zinetkar hatin stenbolê. ji bo hunerên ber bi jibîrkirinê bên parastin çalakî tê li dar xistin. mihrîcan wê heta 22ê îlonê ji bo hezkirên hunera destkariyê vekirî be.

Beriya çend sedsalan bav û bapîran ev kar dikir.

Niha ev hunera destkariyê ber bi jibîrkirinê ve diçe.

Ji bo hunera destkariyê neye jîbirkirin cara 14mîn festîval tê kirin.

Erol Îçyer: Di bin de eyarê gamêşan, li hundir eyarê berxan, li ser jî eyarê bizin û karikan heye. Dema mirov carekê bixe pîye xwe cardin dernaxîne. Bêhn ji piyan jî naye.”

Ayhan Kabaoğlu ji hestiyên hêştiran berheman çêdike û dixemilîne û dibêje: Min xwest hûnera minyatür, gravür û tezhipê li ser van objeyan çêbikin. Bila xelkê me bikire, bikar bîne, ji neviyên xwe re bihêle.

Ji gelek bajaran beşdariya hunermendan heye. Hemû berhem xwedî çîrokeke taybet in.

Ali Çöler: Li dawetên Anadoluyê beriya bûk bikeve mala zava cêr tê şikandin. Di nav wî cêrî de şekir û nok hene. Dema dişikê û belav dibe tê wê wateyê ku bûk bi bereketa xwe tê .“

Mihrîcana destkariyê dê heta 22ê Îlonê li benda mêvanên xwe be.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE