Li Stenbolê 14 milyon û 933 hezar û 567 doz aşî hat kirin

Yerlikaya:"Li Stenbolê ji 15ê Tebaxê saet 10.00an pê va rêjeya aşîbûnê ya mezinên me yên di ser 65 saliyê da bû sedî 90. "

Li Stenbolê 14 milyon û 933 hezar û 567 doz aşî hat kirin

 Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya ragihand, ji 15ê Tebaxê pê va li Stenbolê 14 milyon û 933 hezar û 567 doz aşî hat kirin.

Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Li Stenbolê ji 15ê Tebaxê saet 10.00an pê va rêjeya aşîbûnê ya mezinên me yên di ser 65 saliyê da bû sedî 90. Doza yekem 8 milyon û 127 hezar û 455, doza duyem 5 milyon û 901 hezar û 701, doza sêyem 904 hezar û 411, bi tevahî 14 milyon û 933 hezar û 567 doz aşî hat kirin. Ji bo kategoriya hêşîn 587 hezar û 779 hemşehriyên me man. Aşî hêza me ya herî mezin e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE