Waliyê Stenbolê Ali Yerlîkaya derbarê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya li avahiya ku li Kartalê hilweşiya de got, Muhammet Alemdarê me, 9 salî ye bi berdewamî em pê re diaxivin. Jê re dua bikin, înşelleh emê bi silametî wî rizgar bikin."
Yerlîkaya avahiya ku li Kartalê hilweşiya de daxuyanî da rojnamevanan û anî ziman ku xebat bê navber dewam dikin.
Yerlîkaya destnîşan kir ji enqazê 1 ji wan giran 7 welatî bi birîndarî hatine rizgarkirin û got, "Birîndarên me Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Lutfî Kirdar Kartalê derman dibin. Hemê xebatkaran me yên tendirustiyê îhtîmama pêwîst nîşan didin."
Yerlîkaya wiha axivî:
"Muhammet Alemdarê me, 9 salî ye bi berdewamî em pê re diaxivin. Jê re dua bikin, înşelleh emê bi silametî wî rizgar bikin. Herwiha Em bi 2 kesên din yên bin enqazê re ku em navên wan nizanin re diaxivin, înşelle emê wan jî rizgar bikin."
AA