Li Stenbolê barana gur

Barana gur herî zêde li navçeyên Avcilar, Sefakoy, Bahçelîevler, Çatalca, Zeytînburnu, Sariyer, Fatîh, Esenyurt, Kadikoy, Uskudar, Tuzla, Pendîk, Kartal û Maltepeyê tesîr kir

Li Stenbolê barana gur

Li Stenbolê germahiya ku ev çend roj in hebû îro bi barîna barana gur daket.

Baranê herî zêde li navçeyên Avcilar, Sefakoy, Bahçelîevler, Çatalca, Zeytînburnu, Sariyer, Fatîh, Esenyurt, Kadikoy, Uskudar, Tuzla, Pendîk, Kartal û Maltepeyê tesîr kir.

Barana gur li ser jiyana rojane tesîreke neyînî kir. Ji ber baranê gelek kes li rawestgehên otobêsan asê man. Hin welatiyan jî xwe spart ciyên girtî û binê piran.

Ji ber baranê li trafîkê qerebalixî çêbû. Hin wesayît di rêyan da asê man.

Ji ber baranê li ser rêya D-100ê golên biçûk çêbûn û li herêman jî qezayên trafîkê çêbûn.

- Hin sefer hatin betalkirin

Ji ber baranê seferên xeta tramvayê ya di navbera Kabataş û Bagcilarê hatin betalkirin. Xeta teleferîkê ya Eyup-Pîyer Lotiyê û xeta TF1 Maçka-Taşkişlayê hat betalkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE