Li Stenbolê di 77 avahiyan da xesara giran hat tesbîtkirin

Li Stenbolê piştî erdhejê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê xesar tesbît kirin û li gor tesbîtan bi tevahî di 77 avahiyan da xesara giran çêbûye

Li Stenbolê di 77 avahiyan da xesara giran hat tesbîtkirin

Li Stenbolê piştî erdhejê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê xesar tesbît kirin û li gor tesbîtan bi tevahî di 77 avahiyan da xesara giran çêbûye.

Li gor agahiya ku hat hildan, piştî erdheja 5,8ê a ku di 26ê îlonê da li Behra Marmarayê li peravên Sîlîvriyê çêbû, rayedarên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li tevahiya bajêr xebatên tesbîtkirina xesarê kirin.

Ekîban di çarçoveya xebatan da heta niha di avahiyên qamûyê, avahiyên sivîlan û kargehan da lêkolîn kirin.

Di lêkolînên avahiyên qamûyê da 7 jê nexweşxane, 49 jê dibistan, 9 jê avahiyên îdarî bi tevahî 65 avahiyên bê xesar, 1 jê nexweşxane, 4 jê dibistan, 4 jê avahiyên îdarî bi tevahî 9 avahiyan xesara giran hildaye.

Ji aliyekî din va di 68 avahiyên qamûyê da lêkolîn dewam dikin.

- 68 avahiyên ku xesara giran hildane hatin tesbîtkirin

Di çarçoveya xebatên ku wezaret dike da li ser 3 hezar û 102 avahiyan lêkolîn hat kirin û di lêkolînan da hezar û 987 avahî bê xesar derketin, 610 avahiyan xesareke hindik hildane, 68 avahiyan jî xesareke giran hildaye.

Piştî erdhejê tu avahî hilneşiyan, 437 avahî jî ji ber ku beriya erdhejê bi rîsk bûn, di çarçoveya xesarê da nehatin nirxandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 11:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE