Li Stenbolê di operasyona hişbirê da 23 berşik hatin qefaltin

Li Stenbolê di operasyona hişbirê da 23 berşik hatin qefaltin

Li Stenbolê di operasyona hişbirê da 23 berşik hatin binçavkirin.

Di çarçoveya xebata dijî firoşkarên hişbirê ya ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk a Ewlekariya Stenbolê da destê sibehê li dijî gelek navnîşanan operasyona hevdem hat kirin.

Polêsên tevgera taybet û kûçikê narkotîk "Bozo" jî beşdarî operasyonê bûn, helîkoptera ewlekariyê jî ji hewa va alîkarî da operasyonê.

Di operasyonê da 23 berşik hatin binçavkirin, di lêgerîna navnîşanan da jî 300 gram esrar, 40 gram kannabînoîda sentetîk, 7 gram kokaîn, demançeyek û 2 fîşeng, mêzîneke hesas, 26 hezar û 635 lire, 30 dolar û 30 pound hatin dîtin.

Xebata ekîban a di çarçoveya operasyonê da didome.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE