Li Stenbolê di operasyona hişbirê da bi ser 31 navnîşanî da hat girtin

Li Stenbolê di operasyona hişbirê da bi ser 31 navnîşanî da hat girtin

Li Stenbolê di operasyona dijî hişbirfiroşan da 20 kes hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, di çarçoveya xebata dijî hişbirfiroşan da li navçeya Gazîosmanpaşayê ji bo qefaltina 20 berşikan operasyon li dar xist.

Di operasyona ku polêsên tevgera taybet jî beşdar bûn da bi ser 31 navnîşanî da hat girtin, 20 berşik hatin binçavkirin. Di lêgerînan da qederek madeya hişbir hat bidestxistin.

Berşikên binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê birin ewlekariyê.

Helîkoptera polêsan jî ji hewa da piştgirî da operasyonê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE