Li Stenbolê du metrobus li hev qelibîn û di encamê da 24 kes birîndar bûn.
Metrobusekê ji para va li metrobusa ku îstiqameta wê Topkapi bû û ji bo ku rêwî siwar bibin li rawestgeha Taxa Cenetê ya Kuçukçekmeceyê sekinîbû, lê da. Di qezayê da 24 kes birîndar bûn, di herdu metrobusan da jî xesar çêbû.
Ji ber qezayê gelek ekîbên îtfaiye û tenduristiyê şandin ciyê bûyerê û her wisa birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxanyê.
Ji bo rakirina metrobusên qezakirî, barhilgir şandin ciyê bûyerê.
Her wiha ji ber qezayê seferên metrobusê jî bi derengî dikevin.