Li Stenbolê erdhej çêbû

Li gor agahiyên ku ji ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hatin dayîn di saet 13.59an da navend Behra Marmarayê-Silîvrî bi lerza 5.8an erdhej çêbû.

Li Stenbolê erdhej çêbû

Li Stenbolê navend Behra Marmarayê-Silîvrî bi lerza 5.8an erdhej çêbû.

Li gor agahiyên ku ji ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hatin dayîn di saet 13.59an da navend Behra Marmarayê-Silîvrî bi lerza 5.8an erdhej çêbû.

Hat destnîşankirin erdhej 6,99 kîlomêtro di bin erdê da û 21,68 kîlomêtro dûrî Silîvriyê çêbû.

Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê û Navenda Teqîbkirin û Nirxandina Erdhej-Tsunamiya Herêmî ya Enstîtuya Lêkolînkirina Erdhejê ragihand ku lerza erdhejê 5.7 bû.

Erdhej li Stenbol û bajarên derdorê hat hîskirin.

- Dibistan hatin tetîlkirin

Walîtiya Stenbolê daxuyand di saet 13.59an da bi lerza 5.8an erdhej çêbû.

Di daxuyaniyê da hat gotin piştî erdhejê ji saet 14.20an pê va heta niha tu îxbarên xisarê ji xetên AFAD, AKOM, 112, 155 û 156an ra nehatine kirin û tesîrên erdhejê ji nêz va tên teqîbkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Stenbolê da wiha hat hat gotin: "Piştî erdhejê ji saet 14.20an pê va heta niha tu îxbarên xisarê ji xetên AFAD, AKOM, 112, 155 û 156an ra nehatine kirin û tesîrên erdhejê ji nêz va tên teqîbkirin."

Walîtiyê daxuyand îro dibistan hatine tetîlkirin.

- Piştî erdheja bi lerza 5,8an a 15 erdhejên piçûk ên li pey hev çêbûn

Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) diyar kir ku piştî erdheja bi lerza 5,8an a li Stenbolê 15 erdhejên piçûk ên li pey hev çêbûn.

AFADê di daxuyaniya da diyar kirk u di saet 13,59an da li perava Behra Marmarayê erd bi lerza 5,8an hejiya û piştî vê li pey hev 15 erdhejên piçûk çêbûn.

Di daxuyaniyêda hat destnîşankirin ku li Behra Marmarayê di saet 14.08an da bi lerza 4.0î, di saet 14.11î da bi lerza 3.3yan, di saet 14.26an da bi lerza 4,1î, di saet 14.31î da bi lerza 3,1î, di saet 14.34an da bi lerza 3,2yan erd hejiya.

Di nav 15 erdhejên li Behra Marmarayê li pey hev çêbûn da ya herî mezin bi lerza 4,1î çêbû.

- Tu mirî û birîndar tune ne

Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu der barê erdheja li Stenbolê çêbû da got AKOM amade ye, heta niha der barê mirî, birîndar û tiştekî din da tu agahî negihîştiye wan.

Îmamoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê erdheja li Stenbolê da daxuyaniyek da.

Ekrem Îmamoglu wiha got: "Li Behra Marmarayê qeraxê Buyukçekmeceyê 12 kîlomêtro di bin erdê da bi lerza 5,7 erhej çêbû. Ji hemû herêmê ra derbasî be. AKOM di teyaquzê da ye. Der barê mirî û tiştekî din da tu agahî negihîştiye wan."

- Welatî li qadên vala kom bûn

Li Stenbolê ji ber erdhejê minareya mizgefteke li Avcilarê hilweşiya.

Li gor agahiyan li Stenbolê ji ber erdheja lerza wê 5,8 e û Silîvriyê çêbû ji polês û agirkûjê ra gelek îxbar hatin.

Li bajêr dibistan, nexweşxane, kargehên taybet û yên kamuyê hatin valakirin, di trafîkê da jî pirsgirêk çêbû.

Welatî li qadên vala kom bûn.

Li Avcilarê jî minareya mizgeftekê ji ber erdhejê hilweşiya.

- "Teseliya me ya herî mezin ew e ku kes nemir"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê erdheja li Behra Marmarayê li peravên Silîvriyê çêbû da li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Teseliya me ya herî mezin ew e ku ji ber erdheja bi lerza 5,8a ku li peravên Stenbol-Silîvriyê çêbû kes nemir. Wezareta me ji bona dijî her cure afatê tevdîr hilde amade ye."

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE