Li navçeyên Stenbolê Bagcilar, Başakşehir, Esenler, Gaziosmanpaşa, Sultangazî û Sancaktepeyê li dijî hişbirfiroşan operasyon dan destpêkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê di çarçoveya operasyona dijî 42 berşikan da bi awayekî hevdem avêtin ser 38 navnîşanan.
Di operasyona ku helîkopter û polêsên tevgera taybet jî beşdar bûn da ekîb bi kûçikên dedektorê narkotîk va lêgerînê dikin.
Di operasyonê da qederek pere hat qefaltin û berşik hatin binçavkirin.
Berşik piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê.
Hat ragihandin di çarçoveya operasyonê da lêgerînê didomin û lewma jî dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
AA