"Li Stenbolê milyonek û 182 hezar û 157 biyanî hene"

Serokatiya Rêveberiya Koçê: "Li Stenbolê milyonek û 182 hezar û 157 biyanî hene"

"Li Stenbolê milyonek û 182 hezar û 157 biyanî hene"

Serokatiya Rêveberiya Koçê ya Wezareta Navxweyî ragihand ku li Stenbolê milyonek û 182 hezar û 157 biyanî hene.

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku daxuyaniya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekreme Îmamoglu ku gotibû "Li wîlayeta Stenbolê nêzîka 2.5 milyon biyaniyên penaber, multecî yaxud yên ku îzna îqameyê sitendin hene" ya ku îro di hinek organên weşanê yên çapemeniyê de belav bûbû, dûrî rastiyê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Li seranserê wîlayeta Stenbolê 644 hezar û 726 kes bi îzna îqameyê, 535 hezar û 25 Sûriyeyiyên xwedan statuya parastina berwext herwiha 2 hezar û 406 penaber/penaberên xwedan merc, bi giştî milyonek û 182 hezar û 157 biyaniyên li gorî hiqûqê hene. Li seranserê weltê me v hejmar 5 milyon û 276 hezar û 471 e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE