Li Stenbolê operasyona dijî hişbirê

Li Stenbolê di operasyona dijî hişbirê da 152 kes bi hinceta kirina bazirganiya hişbirê hatin binçavkirin

Li Stenbolê operasyona dijî hişbirê

Li Stenbolê di operasyona dijî hişbirê da 152 kes bi hinceta kirina bazirganiya hişbirê hatin binçavkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê operasyon birin ser 150 navnîşanên kesên bazirganiya hişbirê dikin û kesên der heqê wan da biryara lêgerînê hatibûn dayîn.

Polêsên tevgera tayber jî piştgirî dan operasyonê û di operasyonê da hinek hişbir hat girtin û 152 şikbar hatin binçavkirin.

Şikbarên hatibûn binçavkirin ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û paşê jî birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê.

Firokeya polêsan ji hewayê piştgiriyê dide operasyonê û xebatên li tevahiyê bajêr dewam dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE