Li Stenbolê operasyona dijî pereyê sexte

Di operasyonê da 271 milyon û 150 hezar dolar pereyê sexte hat bidestxistin. 5 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê operasyona dijî pereyê sexte

Li Stenbolê di operasyonê da 271 milyon û 150 hezar dolar peresexte hat bidestxistin.

Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Malî agahiyek hildan ku rêxistineke sûcê gelek pereyên sexte çêkirine ku di piyaseyê da xerc bikin.

Li ser vê agahiyê tîman di 19ê tîrmehê da li Esenyurtê di matbaayekî da operasyon dan destpêkirin.

Komîser B.Çyê ji ber endamtiya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) jî di nav da 5 kes hatin binçavkirin.

Di lêgerîna ewil da li matbaayê tiştek nehat dîtin, lê paşê cihekî veşartî ya panoya ceyranê da 271 milyon û 150 hezar dolar pereyê sexte û melzemeyên ji bo çêkirina van pereyan tên bikaranîn hat bidestxistin.

Rayedaran gotin di nav pereyên sexte yên ku heta vê rojê hatine bidestxistin yê herî zêde ev pere ne.

Ev pere ji bo FETOyê hatiye neqilkirin an na nayê zanîn û li ser vê lêkolîn tê kirin.

Karê şikbaran li ewlehiyê dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE