Li Stenbolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 9 şikbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ji bo girtina kesên hat tesbîtkirin li ser navê PKKyê çalakiyan dikin xebat dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîban operasyon birin ser 15 navnîşanên li 11 navçeyan û 9 şikbar binçav kirin.
Di lêgerîna navnîşanan da gelek dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.
Karûbarên şikbaran ên li ewlekariyê hê dewam dikin.
AA