Li Stenbolê di operasyona dijî rêxistinên terorê da 5 berşikên der heqê wan da biryara binçavkirinê heye, hatin qefaltin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ji bo qefaltina berşikên ku hat tesbîtkirin di nava rêxistinên terorê da fealiyetê dikin û beşdarî hin çalakiyan bûne, xebat dan destpêkirin.
Piştî xebata teknîkî û fîzîkî, li bajêr li dijî 6 navnîşanan operasyona hevdem hat lidarxistin, 4 jê endamên MLSPB, 1 jê jî endamê MKPyê hatin qefaltin. Li navnîşanan gelek dokumen û alavên dijîtal ên rêxistinî hatin girtin.
Li ewlekariyê miemeleyên berşikan didomin.
AA