Li Stenbolê 8 şikbarên ku tê îdiakirin li ser navê PKKya rêxistina terorê fealiyetan dikin û alîkariyê didin rêxistinê hatin binçavkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Bajêr ji bo girtina hin şikbarên ku tê îdiakirin beşdarî çalakiyên rêxistina terorê bûne û propoganda kirine dest bi xebatê kir.
Tîman li ser vê di heman demê de li navçeyên Ataşehîr, Kadikoy, Maltepe, Pendîk, Sultanbeylî, Umraniye û Uskudarê operasyon kir û 8 şikbar binçav kirin.
Di lêgerîna malên şikbaran de demançeyek, tivingeke nêçîrê, 15 fîşeng, gelek dokumanên rêxistînî û daneyên dijîtal hatin bidestxistin.
Kar û barên şikbaran li emniyetê dewam dikin.
AA