Li Stenbolê di operasyona ku dijî firoşkarên hişbirê hat kirin da 25 gumanbar hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Ewlehiya Bajêr, di çarçoveya xebata ku li ser firoşkarên hişbirê dan destpêkirin da li navçeyên Bayrampaşa, Gungoren û Eyupê ser 25 navnîşanên ku pêşda hatibûn kifşkirin operasyon kir.
Polêsên harekata taybet jî piştgirî da operasyonê û 25 gumanbar hatin binçavkirin. Di lêgerîna ku li navnîşanan hat kirin da hişbir hat bidestxistin.
Gumanbarên ku hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin ewlehiyê.
AA