Li Ataşehirê operasyona hişbirê hat kirin û 50 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Emniyeta Stenbolê li dijî firoşkarên hişbirê di heman demê da operasyon birin ser 50 navnîşanî.
Polêsên harekat taybet jî beşdarî operasyonê bûn û firokeyê jî piştgirî da operasyonê. Di operasyonê da deriyê hin malan hatin şikênastin û tê da lêgerîn hat kirin.
Di operasyonê da hişbir hat bidestxistin û 50 bersûc hatin binçavkirin.
Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriya Emniyeta Stenbolê.
AA