Li Stenbolê operasyona pirtûkên korsan

Di operasyona li Fatîhê da 14 hezar û 200 pirtûkên bêbandrol hatin bidestxistin, der heqê kesekî kî da jî miemeleya qanûnî hat kirin

Li Stenbolê operasyona pirtûkên korsan

Li Stenbolê di operasyonekê da 14 hezar û 200 pirtûkên bêbandrol hatin qefaltin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ewlekariyê ya Stenbolê di çarçoveya xebatên rêlêgirtina firotana pirtûkên bêbandrol yên ku Jimare 5846 Qanûna Berhemên Hizr û Hunerê binpê dikin da li Fatîhê bi ser 2 kargehan da girtin.

Li kargehan di lêgerînan da 14 hezar û 200 pirtûkên bêbandrol hatin dîtin. Di operasyonê da herwiha kesek hat binçavkirin.

Berşikê ku piştî miemeleyên li ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin, hat berdan lê dê bi şêweya negirtî, were darizandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 îlon 2018, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE