Li Stenbolê otobêsa rêwiyan totî şarampolê bû, 3 kes mirin

Di rêya talî ya TEMê da otobêsa rêwiyan a fîrmaya Pamukkaleyê ku ji Vîzeya Kirklareliyê diçû Denizliyê, li texma Tunêla Çamlikê ji ber berfê ji rê derket û nêzî 30 mêtreyî totî şarampolê bû.

Li Stenbolê otobêsa rêwiyan totî şarampolê bû, 3 kes mirin

Di rêya talî ya TEMa Rêya Marmaraya Bakur da otobêsa rêwiyan totî şarampolê bû û li gor tesbîtên ewil di qezayê da 3 kes mirin û 18 rêwî birîndar bûn.

Di rêya talî ya TEMê da otobêsa rêwiyan a fîrmaya Pamukkaleyê ku ji Vîzeya Kirklareliyê diçû Denizliyê, li texma Tunêla Çamlikê ji ber berfê ji rê derket û nêzî 30 mêtreyî totî şarampolê bû.

Gelek ambulans û ekîbên îtfaiye, UMKE, AFAD û polês sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê da hin rêwî di otobêsa da asê bûn, hin rêwî jî ji otobêsê pekiyan û derketin derva. Ekîbên îtfaiyeyê kesên ku tê da asê mabûn, xelas kirin.

Şofêr E.Ç û ji rêwiyan C.Î li cihê qezayê mirin, rêwî U.G li nexweşxaneyê mir.

18 rêwiyên ku di qezayê da birîndar bûn, piştî midaxaleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Cinaze şandin Saziya Tiba Edlî.

Li cihê qezayê xebata ekîban dewam dike, her du aliyên rê ji çûyîn û hatina wesayîtan ra hatin girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE