Li Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya: 2 mirî

Li Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya, 2 kes mirin û 3 jê xedar 21kes birîndar bûn.

Li Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya: 2 mirî

Li Stenbolê otobêsa rêwiyan wergeriya di qezayê de 2 kes mirin û 3 jê xedar 21 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li rêya Hasdal-Kemerburgazê otobêsa bi plakaya 22 AT 573 a ku ajokarê wê hê nehatiye tespîtkirin a Metro Turîzmê ya ku sefera Stenbol-Antalyayê dikir li tanga Kemerburgazê wergeriya.

Li ser îxbarê gelek ekîbên polês, Serwêsa Acîl a 112an û îtfaiyeyê sewqî cihê herêmê kirin.

Li cihê qezayê kesek mir û 22 kesên ku birîndar bibûn jî rakirin nexweşxaneyên li hawirdor.

Ji birîndaran yek digel midaxaleya ku hat kirin jî bi ser xwe ve nehat û mir û 3 birîndar jî xedar in.

Trafîka ku li îstiqameta Pira Yavuz Sultan Selîm ji şerîdekî diçû piştî ku otobês bi vîncê hat rakirin normal bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE