Li Stenbolê otomobîlê li kamyonê da: 2 mirî

Li Kuçukçekmeceya Stenbolê otomobîlekê ji para va li kamyonê da û di encamê da 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Li Stenbolê otomobîlê li kamyonê da: 2 mirî

Li Kuçukçekmeceya Stenbolê otomobîlekê ji para va li kamyonê da û di encamê da 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Otomobîla ku plaqeya wê 34 FU 3947, nasnameya ajokarê wê hê diyar nîne û ji Otorêya TEMê ber bi îstiqameta Enqereyê diçû, kîlometreyek berî gîşeyên Mahmutbeyê para va li kamyona ku plaqeya wê 34 ZR 0151 e da. Ji ber tesîra lêdanê otomobîl li bariyerê ket û welgeriya.

Di encamê da du kesên di otomobîlê da mirin, kesekî ku birîndar bû jî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Îstiqameta Enqereyê ya Otorêya TEMê ku ji ber qezayê ji trafîqê ra hat girtin, piştî rakirina wesayîtan û paqijiya ekîbên şaredariyê, cardin hat vekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:40
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Ahmet
Ahmet - 2 hafta Berî

Hew, zindî li hev didin. Wesayît li hev diqelibin.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE