Li Stenbolê rojane ji bo 13 hezar û 500 kesî fitar

Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê li tevahiya bajêr li 6 qadên mezin konên fitarê vegirtine û di van konan da rojane ji bo 13 hezar û 500 kesî xwarina fitarê derdixe.

Li Stenbolê rojane ji bo 13 hezar û 500 kesî fitar

Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê di konên ku li meydanên herî qelebalix ên bajêr vegirtine da rojane ji bo 13 hezar û 500 kesî xwarina fitarê derdixe.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di konên ku li 6 meydanan hatine vegirtin da bi hezaran Stenbolî her roj xwarina germ tê îkramkirin û herwiha li nexweşxaneyan jî ji bo xizmên nexweşan paşîvê belav dide.

Li Milê Ewropayê li Mecidiyekoy, Eminonu û Aksarayê û herwiha li Milê Anadoluyê jî li Uskudar, Çekmekoy û Kadikoyê bi tevahî 13 hezar û 500 kes li ser sifreyên fitarê tên cem hev.

Di konên fitarê da şorbe, qelî, birinc, avdew û şêraniyê îkramî welatiyan dikin.

- Ji bufeyên mobîl paşîv

Bufeyên mobîl ên şaredariyê jî bi şev li nexweşxanyên dewletê paşîvê didin welatiyan.

Bufeyên mobîl her şev di navbera saet 00.30 û 03.15an da li servîsên bilez ên nexweşxaneyên mezin ên dewletê yên wekî Tuzla Zeynep Kamil, Fatih Sultan Mehmet, Sancaktepe Şehit Prof. Dr. Îlhan Varank, Haydarpaşa, Uskudar, Lutfu Kirdar, Abdulhamid Han, Buyukşehir, Haseki, Başakşehir, Şişli, Çapa, Buyukçekmece, Beylikduzu, Bakirkoy, Arnavutkoy, Îstinye, Samatya, Avcilar, Eyubê bêucret paşîvê didin welatiyan.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE