Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biryar da ku di Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê da hemû wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.
Pêşniyaz bi îmzeya Wekîlê Serokê Koma Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê yê AK Partiyê Tevfîk Goksu û Wekîlê Serokê Koma Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê yê CHPyê Dogan Subaşi hat dayîn.
Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biyekdengî biryar da ku di Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê da hemû wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.
- Eyda Qurbanê wesayît bêpere ne
Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biryar da ku di dema Eyda Qurbanê da hemû wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.
- Di 30yê Tebaxê û 9ê îlonê da wesayît bêpere ne
Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biryar da ku di Cejna Sefkeftinê ya 30yê Tebaxê da û di 9ê Îlonê da ku dibistan vedibin wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.
AA