Li Stenbol, Sêwas û Erziromê hin herêm wek "qadên hesas ên divê teqez bên parastin" pesend kirin û ev biryar jî hat îlankirin.
Biryarên der barê pesend û îlankirina hin qin qadên sît ên sirûştî da ku mohra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li binî ye di Rojnameya Fermî da weşiya.
Li gor biryarê Qada Sît a Sirûştî ya Qismên Taxên Bozhane û Golluya li Beykoza navçeya Stenbolê, Qada Sît a Sirûştî ya Potansiyela Pêkhatinên Sirûştî û Jeolojîk a li Xinisa navçeya Erziromê û Qada Sît a Sirûştî ya Geliyê Şuxul a li Guruna navçeya Sêwasê piştî nirxandinan wek qadên ku divê teqez bên parastin hatin pesendkirin û ev biryar jî hat îlankirin.
Di biryara li ser Rojnameya Fermî hat weşandin da krokiya qadan, agahiya koordînat û sînorên wan qadan jî hatin weşandin.
AA