Li Stenbolê xebatên paqijkirina musîlajê encamê dide

Li Stenbolê xebatên paqijkirina musîlajê encamê dide

Di çarçoveya "Seferberiya Paqijkirina Musîlajê" da ya ku ji hêla Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê hat destpêkirin da xebatên li Stenbolê berdewam in.

Ekîbên ku beşdarî xebatên paqijiyê yên li qeraxên Kuçukyali û Fenerbahçeyê bûn, bi wesayîtên mijînê û gêziyên behrê va xebatên paqijiyê dikin.

Musîlaja ku tê berhevkirin bi wesayîtan dibin Tesîsên Berterefkirina Gemara Hişk a Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê ya li Şîleyê.

Di encama xebatên bênavber da musîlaja li qeraxên Stenbolê kêm bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE