Li Stokholma Swêdê danasîna Xirabreşkê

Li Stokholma Swêdê li ser Xirabreşka qedîm konferans hat dayîn...

Li Stokholma Swêdê danasîna Xirabreşkê

Xirabreşka Rihayê li dinyê tê nasîn. Herî dawî li Stokholma Swêdê ji bo danasîna devera qedîm û dîrokî konferansek hat dayîn. Swêdiyan eleqeyeke mezin nîşanî konferansê da.

Li Stokholmê, li paytextê Swêdê li ser Xirabreşka Rihayê konferans çêbû.

Li Mûzeya Behra Spî li ser Xirabreşkê konferansek hat lidarxistin.

Sefîrê Stockholmê yê Tirkiyê Hakki Emre Yunt, Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê Profesor Dixtor Necmi Karul û gelek mêvan beşdarî konferansê bûn.

Gelê Swêdê jî zahf eleqe nîşanî konferansê da.

Sala borî nêzî 400 hezar kes hatin Xirabreşkê.

Xirabreşk wek şûnwarê herî kevn ê merivan tê qebûlkirin. Ew ketibû Lîsteya Mîrata cihanê ya UNESCOyê. Berê li Rûsya û Îtalyê jî hatibû danasîn.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE