Li Surê malên Diyarbekirê yên tescîlkirî tên nûkirin

Li Sura navçeya Diyarbekirê 347 malên di êrîşên terorê da xisar dîtibûn niha wek halên xwe yên berê tên nûkirin

Li Surê malên Diyarbekirê yên tescîlkirî tên nûkirin

Li Sura navçeya Diyarbekirê 347 malên xisar dîtibûn tên nûkirin.

Li Surê li hemberî terorîstên PKKyî yên çal vedan, barîkat ava kirin û teqemenî bi cih kirin Operasyona Hêza Taybet a Hevpar a Sûrê ya Bayrak-12 hatibû kirin ku operasyon di 9ê adara 2016an da temam bûbû.

Ji wê demê vir va ji bo ku xisara gihîştiye navçeyê bê paqijkirin û welatiyên mexdûr bûne vegerin rojên berê xebat dewam dikin.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo 347 malên di êrîşên terorê da zirar dîtine û hatine tescîlkirin bên nûkirin û temîrkirin xebat da destpêkirin.

Malên li taxa Elîpaşa, Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yimazê ji hêla TOKIyê va tên nûkirin.

Ji 347 malên Diyarbekirê yên hatine tescîlkirin jê 176 niha tên nûkirin. Hewş, eywan, hewz, kevir û hesinên van malan wê wek halê wan ên berê taybet bên çêkirin.

Piştî nûkirin temam bû ewê teslîmê xwediyê wan bên kirin.

Avahîsaz Muhammed Avlarê di xebata nûkirinê da wezîfedar e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew li navçeyê malên zirar dîtine wek eslê xwe yê berê nû dikin.

Avlar wiha axivî: "Emê hewl bidin mal wek avahîsaziya xwe ya xweser ya berê bên nûkirin. Em kevirên Qerejdaxê yên Diyarbekirê bi kar tînin. Lijneyên bi vê mijarê ra eleqedar in her tim xebatan dişopînin. Xebat bênavber dewam dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE